Li Hatayê erdhejek bi hêza 4.8 pile rû da

Li parêzgeha Hatayê ve erdhejeke bi hêza 4.8 rû da û li navçeyên bakurê rojavayê Sûriyeyê jî hest pê hate kirin.

9 Mijdar 2023 - 02:58
9 Mijdar 2023 - 02:58
 0
Li Hatayê erdhejek bi hêza 4.8 pile rû da

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, îro demjimêr 5:32 li Hetayê erdhejeke bi hêza 4.8 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

AFADê herwiha diyar kir, navenda erdhejê navçeya Kirikxanê ye û 8.28 kîlometreyan di bin erdê de rû daye.

Erdhej li gelek navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyeyê jî hest pê hate kirin.

Hatay yek ji wan parêzgehan bû ku di erdhejên 6ê Sibatê de ziyanên mezin ên canî û madî dîtibû.

Ev nûçe bi tevahî 615 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:53:59