Li Hesekê teqîn
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû, li gor agahiyên destpêkê, bi sedema teqînê ti zirar çê nebûne.
Li gor agahiyên ji Rojavayê Kurdistanê ve, êvara îro Yekşemê teqînek li bajarê Hesekê rû daye.
Li gor zanyariyan, teqîn bi rêya motorsîklêteke bombekirî û li nêzîkî Qada Sebax li derwazeya bakurê bajarê Hesekê çê bûye.
Di teqînê de ti zirarên canî çê nebûne.
Hêzên Asayişa Hesekê gihîştin cihê teqînê û dest bi lêkolînê kirine.
Heta niha ti aliyekî berpirsatiya teqînê li xwe negirtiye, herwiha Asayişa Rêveberiya Xweser jî hêj ti daxuyanî li ser bûyerê nedaye.
Di wan demên dawî de û piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, hejmarek teqîn li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê çê bûne, ku DAIŞê berpirsatiya wan teqînan li xwe girtiye.
Herî dawî li bajarê Qamişloyê 3 teqîn çê bibûn û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar hebûn.
Kaynak:
RûdawNûvekirina herî dawî: 17:45:14
Nûçeyên Têkildar
Nûçeyên Navdar
Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da
Berfanbar 11, 2024 0
Bube Eser: Li bakurê Kurdistanê tenha altarnatif HAK-PARe
Tebax 17, 2026 0
Bube Eser: PSK ya îro û temsîleke Kurdistanî!!!
Îlon 7, 2026 0
PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin
Îlon 12, 2026 0
Şervanekî Kurd hat revandin û serê wî hat jêkirin
Îlon 11, 2026 0
Nûçeyên Pêşnîyarkirî
Washington 48 balafirên F-35 difiroşe Siûdiyê
Îlon 18, 2026 0
Artêşa Pasdaran: Me li Tengava Hurmizê li tankereke petrolê xist
Îlon 18, 2026 0
Serokwezîrê Îraqê diçe Amerîkayê
Îlon 18, 2026 0
Trump: Ez hêvî dikim ku em ber bi dawiya şer ve diçin
Îlon 17, 2026 0