Li Hesekê wesayîtek teqiya

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê wesayîtek teqiya.

31 Gulan 2022 - 06:52
31 Gulan 2022 - 08:45
 0
Li Hesekê wesayîtek teqiya

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê agir bi wesayîtekê ket. Bûyer li ber navenda Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn qewimî.

Li gor agahiyên ku çapemeniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê belav kirine, ji ber herikîna benzînê ya ji jeneratora elektrîkê, agir bi wesayîtekê bi cureya Van a li pêş geracekî Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bajarê Hesekê ketiye û piştre jî ew wesayîta ku agir pê ketiye, teqiyaye.

Hat ragihandin teqîn li taxa Kelas a bajarê Hesekê pêk hatiye û di encamê de, wesayîteke din a sivîlan jî ziyan dîtiye û ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku tîmên agirvemirandinê şewat kontrol kirine.

\"\"

Ev nûçe bi tevahî 1155 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:31:47