Li Hewlêrê otobuseke geştyaran qeza kir; mirî û birîndaran hene

Otobuseke geştiyariyê ya ku hejmareke zêde ya rêwiyan tê de bûn li devera geştiyariyê ya Bêxal a Hewlêrê qeza kir

18 Mijdar 2022 - 11:23
18 Mijdar 2022 - 11:23
 0
Li Hewlêrê otobuseke geştyaran qeza kir; mirî û birîndaran hene

Otobuseke geştiyariyê ya ku hejmareke zêde ya rêwiyan tê de bûn li devera geştiyariyê ya Bêxal a Hewlêrê qeza kir û di encamê de hejmareke zêde ya mirî û birîndaran heye.

Di encama qezaya otobuseke geştyaran ku 40 kes tê de bûn, li devera geştyariyê ya Bêxal a Başûrê Kurdistanê, 5 kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûn.

Şahidekî li cihê bûyerê, “Me bi destê xwe çend cenaze ji otobusê derxistin û çend birîndar jî şandin nexweşxaneyê.”

Ev nûçe bi tevahî 471 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:33:35