Li Hewlêrê teqin: Mirî û brîndar hene

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, îro li taxa Serbestî, otomobîlek teqiya. Dije Terora Kurdistanê eşkere kir, kesekî canê xwe ji dest da û çar kes jî birîndar bûn.

7 Cotmeh 2022 - 08:47
7 Cotmeh 2022 - 08:47
 0
Li Hewlêrê teqin: Mirî û brîndar hene

Malpera Dije Terora Kurdistanê ragihand, teqîna otomobîlekê ya li Hewlêrê di encama bombeyeke plastîkî de bûye. Şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest daye û çar kesên din ku di nav otomobîlê de bûn, birîndar bûn.

Di daxuyaniya malpera Dije Terora Kurdistanê de hatiye eşkerekirin: “Li taxa Serbestî ya li bajarê Hewlêrê, bombeyek ku bi otomobîlekê ve hatiye vedan, teqiya. Ji ber teqînê şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da û du jin û du zarok jî, ku di nav otomobîlê de bûn, birîndar bûn.”

Malpera Dije Terorê derbarê nasnameyên qurbaniyan de hûrgiliyên zêdetir beleva nekiriye.

Ev nûçe bi tevahî 1044 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:48