Li Idlibê operasyoneke asmanî: Hevpeymaniyê serkirdeyekî DAIŞê kir armanc
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li devera Etmê ya ser bi gundewarê Idlibê ve, operasyoneke asmanî pêk anîn. Li gorî zanyariyên destpêkê, di operasyonê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê hatiye armanckirin.

Li gorî medya navxweyî ya Siweydayê, operasyon bi hejmarek helîkopteran û bi piştgiriya dronan hatiye lidarxistin û di dema operasyonê de dengê teqîn û gulebaranê hatiye bihîstin.
Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin, armanca operasyonê serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Hefis El-Qureşî bû, ku bi eslê xwe Iraqî ye.
Tevî van raporan, heta niha Hevpeymaniya Navdewletî derbarê operasyonê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.
Ev operasyon di demekê de tê ku di meha Tîrmeha borî de jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) operasyoneke bi heman rengî li bajarê Babê yê Helebê pêk anîbû û di encamê de serkirdeyekî DAIŞê tevî du kurên xwe hatibû kuştin.
Nûvekirina herî dawî: 12:42:07