Wezareta Pêşmerge: Yekxistina hêzan di qonaxa dawî de ye

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ragihand, pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge pêşketineke baş bi xwe ve dîtiye û gihîştiye qonaxa xwe ya dawî. Herwiha da zanîn, di nava du mehên bê de, dê hemû hêzên Pêşmerge mûçeyên xwe bi rêya projeya "Hejmara Min" werbigirin.

20 Tebax 2025 - 10:07
20 Tebax 2025 - 10:07
 0
Wezareta Pêşmerge: Yekxistina hêzan di qonaxa dawî de ye

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Osman Rîşe doh roja 19ê Tebaxê ji ajansa K24ê re ragihand: "Yekxistina Hêzên Pêşmerge gihîştiye qonaxa dawî û hejmara lîwayan temam bûye. Di demeke nêzîk de dê her du fermangehên deverên yek û du yên Hêza Pêşmerge bên avakirin û encamên dawî dê radestî Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bên kirin."

Osman Rîşe got jî: "Rêberî û rênimayiyên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hewldanên me yên ji bo yekxistina hêzan de alîkar û piştgir bûne. Di heman demê de, her du Fermandariyên Yekeyên 70 û 80 jî hevkariyeke baş pêşkêş kirine."

Derbarê çaksaziyan de jî Rîşe diyar kir, Wezareta Pêşmerge di warê çaksaziyan de jî pêşketinên berbiçav tomar kirine û got: "Rêveberiya Giştî ya Jimêryariya Leşkerî ya Wezareta Pêşmerge di projeya 'Hejmara Min' de li pêşiya hemû wezaretên din e û hejmara herî zêde ya Pêşmerge û efseran bi rêya 'Hejmara Min' mûçeyên xwe werdigirin. Biryar e di nava du mehên bê de mûçeyên tevahiya hêzên Pêşmerge biçe ser 'Hejmara Min'."

Berdevkê Wezareta Pêşmerge herwiha amaje bi wê yekê kir, alîkariyên Amerîkayê ji bo Hêza Pêşmerge berdewam in û biryar e ji bo salên bê peymanên nû bên îmzekirin. Herwiha tekez kir jî, Wezareta Pêşmerge di rahênan û perwerdekirina hêzên xwe de berdewam e.

 

Ev nûçe bi tevahî 36 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:11:52