Li Îranê dengê teqînan!

Li bajarê Îsfehanê yê Îranê dengê 3 teqînan hat bihîstin.

6 Tebax 2024 - 06:53
6 Tebax 2024 - 06:53
 0
Li Îranê dengê teqînan!

Vê dema ku ji ber aloziyên Îran û Îsraîlê tirsa êrişên nû heye li Îsfehanê dengê teqînan hat bihîstin.

Mehra ku ajansa nîvfermî ya Îranê ye ragihand ku li herêma Sêpahanê ya Îsfehanê dengê 3 teqînan hatiye bihîstin.

Dîmenên teqînan li ser torên civakî hatin belavkirin.

Alîkarê Parêzgarê Îsfehanê Mihemed Riza Canserî da zanîn ku teqînê ji ber çalakiyên perwerdeyê rû da lê ti hûrgilî nedan.

 

Ev nûçe bi tevahî 590 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:17:39