Li Îranê di nava 6 mehan de 250 kes hatin bidarvekirin

Li gor amarên Rêxistina Lêborîna Navdewletî, di heyama 6 mehên borî de zêdetir ji 250 kesî li Îranê hatine bidarvekirin.

28 Tîrmeh 2022 - 10:44
28 Tîrmeh 2022 - 10:44
 0
Li Îranê di nava 6 mehan de 250 kes hatin bidarvekirin

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di daxuyaniyekê de eşkere kir, Komara Îslamî ya Îranê pêleke nû ya bidarvekirinê li dijî welatiyan pêk aniye û di şeş mehên borî de 250 kes bidarve kirine.

Amnesty di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku hejmara rastî ya bidarvekirinê ji vê zêdetir be û hîn hejmara darvekirinan li Îranê veşartî ye.

Hat gotin ku cezayê bidarvekirinê li Îranê "piştî darizandinên nedadperwerane û bi mikurhatinên di bin eşkenceyê de hatine dayîn, tê sepandin.

Amnesty di daxuyaniya xwe de banga li "dawîkirina pêla hovane ya darvekirinan li Îranê" kir û got: Divê dimildest ev bidarvekirin bên rawestandin.

Ev nûçe bi tevahî 911 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:06:57