Mazlûm Abdî daxuyanî da: 26 kes di êrîşên Tirkiyê de şehîd bûne

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

28 Tîrmeh 2022 - 10:41
28 Tîrmeh 2022 - 10:41
 0
Mazlûm Abdî daxuyanî da: 26 kes di êrîşên Tirkiyê de şehîd bûne

General Mazlûm Abdî ragihandiye, “droneke Tirkiyê sibeha îro otomobîla serkirdeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê kir armanc ku ber bi kampa awareyan a Girê Spî ve diçûn û di encamê de 4 endamên wê şehîd bûne.”

Mazlûm Abdî dibêje, “Saziya Ewlekariya Hundrîn ewlehiya bajaran, saziyên sivîl, kampên koçberan û girtîgehên DAIŞê diparêze û armanckirina wê gefeke rasterast li ser ewlehiya herêmê çêdike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê di daxuyaniya xwe de amaje bi êrîşên Tirkiyê yên wan rojên dawiyê dike û dibêje, “Ji 20ê Tîrmehê ve firokeyên Tirkiyê 9 şervanên HSDê û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundriîn û 13 sivîl kirine armanc.”

General Mazlûm Abdî destnîşan kiriye, êrîşên Tirkiyê yên bi dronan bo ser Rojavayê Kurdistanê zêde bûne ku civaka Bakur Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê ku jibo aramiya navçeyê dixebitin, dikin armanc.

Ev nûçe bi tevahî 1040 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:16:46