Li kampeke Zaxoyê şewat derket: Du zarokan canê xwe ji dest dan

Îro li kampa Çemişko ya Zaxoyê ku hejmarek ji malbatên awareyên Şingalê tê de niştecî bûn, şewat derket û di encama bûyerê de du zarokan canê xwe ji dest dan.

5 Sibat 2023 - 15:47
5 Sibat 2023 - 15:47
 0
Li kampeke Zaxoyê şewat derket: Du zarokan canê xwe ji dest dan

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, bûyer li kampa Çemişko ya li sînorê Zaxoyê rûdaye û temenên wan du qurbaniyan, di navbera 2-6 salî de ne.

Derbarê canjidestdana wan herdu zarokan de, Rêveberê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya li Zaxoyê Dr. Hejar Halo ev agahî ji Kurdistan24ê re piştrast kir.

Ev nûçe bi tevahî 1056 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:59:21