Li kêlgeha Kormorê teqîn çê bû

Hat ragihandin ku teqînek di nava kêlgeha Kormor de çêbîye û heya niha sedema teqînê nediyare.

13 Çile 2023 - 05:47
13 Çile 2023 - 05:47
 0
Li kêlgeha Kormorê teqîn çê bû

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Teqînek di nava kêlgeha Kormor de çê bûye û heta niha sedem û şêweya teqînê ne diyar e.”

Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ehmed Muftî ji derbarê teqînê de da zanîn, “hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine.”

Her wiha çavkaniyên ku nêzîkê cihê bûyerê ne diyar kirin, berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê asayî ye û ti pirsgirêkek di vî warî de xuya nake.

Kêlgeha Kormorê ya Herêma Kurdistanê ku dikeve qezaya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, berê çend caran rastî êrîşên bi roketan hatiye.

Ev nûçe bi tevahî 803 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:02:08