Li Kerkûkê bîra petrolê teqiya: 3 mirî 7 jî birîndar
Hate ragihandin ku ji ber pesta zêde di bîrên petrole yê Bay Hesen ya li bajarê Kerkûkê de teqîn rû da ye û di encamê de jî 3 kedkar jiyana xwe ji dest dane, 7 kes jî birîndar bûne.

Endamê Komîsyona Enerjiyê ya Meclîsa Kerkûkê Necat Huseyin ji ajansa Anadoluyê (AA) re ragihand ku di dema temîrata depoyên bîrên petrole yên Bay Hesen, ji ber pesta zêde teqîn pêk hatiye û di encamê de jî 3 kedkaran jiyana xwe ji dest dane û 7 kedkar jî birîndar bûne. Kesên birîndar bo derman kirinê sewqî navenda tenduristiyê kirine.
Huseyin destnîşan kir ku li cihê bûyerê hêzên ewlekariyê derbarê teqînê di bîrên petrole de lêkolîn dane destpêkirin.
Bîrên petrole yên Bay Hesen ji Hezîrana 2014an vir ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne. Rojê 200 warîl petrola xav, bi rêya xeta boriyê ya Yûmurtalik ê îxracê Keştîgeha Ceyhanê tên kirin.
Nûvekirina herî dawî: 07:25:39