Li Kerkûk dijî Heşdî Şabî êriş!

Li Kerkûkê li dijî Heşdî Şabî û hêzên Iraqî êriş hat lidarxistin.

10 Mijdar 2017 - 03:44
10 Mijdar 2017 - 03:44
 0
Li Kerkûk dijî Heşdî Şabî êriş!

Li her du taxên Şorîce û Penca Elî yên bajarê Kerkûkê êrişî hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hat kirin û li gorî şahidhalan, otomobîleke leşkerî ya hêzên Iraqê ji cure Hummer hatiye şewitandin.

Êvariya îro Pênşemî 9ê Mijdara 2017ê li Taxa Şorîce û li nêzîkî Xwaringeha Heme Nasir şer û pevçûn di navbera hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê li aliyekê û çend xwebexşan li aliyê din de derket.

Her wiha li gorî ragihandina çavkaniyan, gelek ambûlans şandine cihê bûyerê û milîsên Heşdî Şabî piştî bûyerê gelek ciwanên Kurd xistine binçavan.

Ev nûçe bi tevahî 2265 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:28:27