Li Kocaeliyê 5 HDPyî hatin girtin

Li bajarê Kocaeliyê yê Tirkiyeyê 5 endamên HDPyê bi biryara dadgehê hatin girtin.

17 Tebax 2023 - 04:14
17 Tebax 2023 - 04:14
 0
Li Kocaeliyê 5 HDPyî hatin girtin

Li Kocaeliyê 5 endamên HDPyê yên ku di operasyonekê de hatibûn desteserkirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja sêşemê li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê di operasyoneke hevdem de bi ser malan de girtibû.

Di wê serdegirtinê de 5 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bi navên Feryat Seven, Mustafa Taşdemîr, Zekî Arslan, Edîm Oktay û Mehmet Şervan Başdemîr desteser kiribûn.

Li gorî zanyariyên di Ajansa Mezopotamyayê belavbûne her 5 endamên desteserkirî yên HDPyê piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê.

Piştî darizandinê bi hinceta “endamtiya rêxsitinê” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku 5 endamên HDPyê piştî biryara dadgehê şandine Girtîgeha Kandirayê.

Ev nûçe bi tevahî 461 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:58:52