Li Koye 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin

Li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin.

8 Tîrmeh 2022 - 11:03
8 Tîrmeh 2022 - 11:03
 0
Li Koye 7 haletên nexweşiya Kolêrayê hatin tomarkirin

Berdevkê tenduristiya Koye, Hawkar Elî ji BasNewsê re got, têsta 7 kesên ku ji ber gumana nexweşiya Kolêrayê hatibûn razandin, pozîtîf derket.

Hawkar Elî her wiha got, çendîn kesên din jî bi heman sebebê hatine razandin û têsta wan jî hatiye wergirtin û em li benda encamê ne.

Ev nûçe bi tevahî 1091 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:19:52