Li Meletiyê erdhej çêbû

Li navçeya Melediya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4 pileyan erdhejek çêbû.

6 Çile 2024 - 11:06
6 Çile 2024 - 11:06
 0
Li Meletiyê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Melediya Kevin a Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 15:10an çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8.76 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1021 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:49:50