Li Meletiyê erdhej çêbû!

Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5 pileyan erdhejek çêbû.

24 Tebax 2023 - 04:19
24 Tebax 2023 - 04:19
 0
Li Meletiyê erdhej çêbû!

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:35an çêbûye û hêza wê 5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1051 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:57