Li Meletiyê erdhej çêbû

Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,5 pileyan erdhejek çêbû.

21 Sibat 2026 - 11:30
21 Sibat 2026 - 11:30
 0
Li Meletiyê erdhej çêbû

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Şîroyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 06:43yan çêbûye û hêza wê 4,5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,39 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 56 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:15:57