Li Meletiyê termê kesekî ji bin kavilan hat derxistin

Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê kar û xebatên tîmên lêgerînê yên li nav kavilên avahiyên ku di erdheja 27ê Sibatê ya bi hêza 5,6 pile de herifîne berdewam in û termê kesekî 29 salî ji bin kavilan hat derxistin.

28 Sibat 2023 - 07:15
28 Sibat 2023 - 07:15
 0
Li Meletiyê termê kesekî ji bin kavilan hat derxistin

Li navçeya Meletiya Kevin ser bi parêzgeha Meletî kar û xebatên lêgerînê yên tîmên hawarçûnê li nav avahiya Buhara ku di erdheja 27ê Sibatê de herifî bû berdewam in.

Îro 28ê Sibatê termê kesekî bi navê Bedih Kiş ê 29 salî ji bin kavilê avahiyê hat derxistin.

Di erdheja Meletiyê ya 27ê Sibatê de hêjmara kesên canê xwe ji dest dane bû du kes û 110 kes jî birîndar bûne û heta niha gelek kes jî bi saxî ji bin kavilên avahiyan hatine derxistin.

Tê texmînkirin ku hê jî hinek kes dibin kavilan de mabin, lewra kar û xebatên lêgerînê li nav hinek avahiyên hilweşiyayî berdewam in.

Ev nûçe bi tevahî 506 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:34:34