Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 2 mirî û yek birîndar

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê pevçûn biçek derket û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

26 Tîrmeh 2024 - 07:31
26 Tîrmeh 2024 - 07:31
 0
Li Mêrdînê pevçûna çekdarî: 2 mirî û yek birîndar

Li Taxa Ayazê di navbera du malbatan de ji ber erd pevçûna biçek derket.

Di pevçûnê de H.Ş.A. (65), A.A. (50) û A.O. (65) biçekê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ekîban tespît kir ku H.Ş.A. û A.A. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê birîndar A.O bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

 

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:17:07