Li Mereş û Meletiyê erdhej

Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê, bi hêza 3,6 erdhej çêbû. Herwiha li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbû.

10 Tîrmeh 2024 - 07:02
10 Tîrmeh 2024 - 07:02
 0
Li Mereş û Meletiyê erdhej

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku duh  demjimêr 20:47an li navçeya Elbistanê ya Mereşê bi hêza 3,6 pileya rixterê erdhejek çêbûye.

Erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de çêbûye.

Herwiha AFADê ragihand ku saet 00:41an li navçeya Çirmikê ya Meletiyê jî bi hêza 4,2 erdhejek çêbûye.

Wek ya Mereşê li Meletiyê jî erdhej di kûrahiya 7 kîlometreyan de bû.

Erdheja li Meletiyê li bajarên derdorê jî hest pê hat kirin.

Hatiye ragihandin ku di her du erdhejan de jî ti zererek çênebûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 546 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:47:44