Li Mereşê erdhejek bi hêza 5.3 pileyî çêbû

Li navçeya Goksun ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, îro erdhejek bi hêza 5.3 pile çêbû.

23 Adar 2023 - 09:30
23 Adar 2023 - 09:30
 0
Li Mereşê erdhejek bi hêza 5.3 pileyî çêbû

Li Bakurê Kurdistanê, piştî erdheja Mereşê ya doh 6ê Sibatê bi dehan erdhejên nû çêbûn. Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, li navçeya Goksun ya Mereşê erdhejek bi pileya 5.3 çê bû.

Li gor daxuyaniya AFADê erdhej 7 kîlometre di kûrahiya erdê de saet 12:20 çêbûye.

Ev nûçe bi tevahî 667 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:27:16