Li Mêrsînê 8 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin

Li bajarê Mêrsînê ya Tirkiyê, 8 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin û operasyon ji desteserkirina 2 kesên din berdewam e.

15 Tebax 2022 - 03:35
15 Tebax 2022 - 03:35
 0
Li Mêrsînê 8 bergûmanên PKKê hatin desteserkirin

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, li navenda bajarê Mêrsînê û bajarokên Tarsûs û Sîlîfkeyê ji bo desteserkirina 10 bergûmanên PKKê, bi ser hejmarek mal avahiyan de girtin.

Di encama operasyonê de 8 kes bi tohmeta ku bi ser medyaya sosyal banegeşeya PKKyê kirine û amedekariya çalakî û xwenîşandanan dikirin, hatine destserkirin.

Ji bo desteserkirina du bergûmanên din operasyon berdewam e.

Di dawiya meha borî de jî, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê bi tometa piştgiriya ji bo PKK, KCK, PYD û YPGê operasyonek hatibû destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 701 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:57:02