Li Minbicê girtiyekî 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser kuştin

Li bajarê Minbicê yê li rojhilatê Helebê ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, girtiyekî 2 endamên Asayişa Minbicê kuştin û reviya

13 Îlon 2022 - 11:17
13 Îlon 2022 - 11:17
 0
Li Minbicê girtiyekî 2 endamên Asayişa Rêveberiya Xweser kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, îro Sêşembê 13ê Îlonê dema girtiyekî di zindanê de xwe li nexweşiyê danî, 2 endamên asayişê ew bo nexweşxaneyê veguhestin, daku bê dermankirin.

Li gor zanyariyan, piştre wî kesê girtî li nav nexweşxaneyê çeka endamekî asayîşê jê distîne û gulleyan li herdu endamên asayişê direşîne.

Di encamê de her du endamên Asayişa Minbicê canê xwe ji dest didin û kesê girtî jî direve.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan heta niha ew zindanî nehatiye naskirin û nehatiye girtin.

Aliyên peywendîdar ên Rêveberiya Xweser û HSD û herwiha rêveberiya Minbicê hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Tebaxa 2016ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) bajarê Minbic û derdora wê ji dest DAIŞê rizgar kirin û piştre rêveberiyeke sivîl ji bo herêmê hat damezrandin.

Ev nûçe bi tevahî 665 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:53:33