Li Mûşê qedexeya derketina derve
Parêzgariya Mûşê diyar kir ku ji ber operasyonên li dijî PKKê li 7 herêmên Mûşê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Parêzgariya Mûşê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber operasyonên leşkerî li 7 herêmên bajêr qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Ji bo ku di operasyonê da ewlehiya can û malê welatiyan nekeve xetereyê li gor Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442yan ji 20 Gulana 2017an saet 02.30ê pê ve li Omcali, Kayalidere, Kayalikale, Yêşîlpinar û Kuşluka gundên Wartoyê û li taxên Konakli û Çavuşogluyê heta ku operasyon bên temamkirin qedexeya derketina derva hat îlankirin."
Nûvekirina herî dawî: 12:07:52