Mesrûr Barzanî bi nûnerê taybet yê Trump re hevdîtin kir

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nûnerê serokê Amerîka di hevpeymaniya navdewletî ya şerê DAIŞê de hevdîtin kir.

20 Gulan 2017 - 05:28
20 Gulan 2017 - 05:28
 0
Mesrûr Barzanî bi nûnerê taybet yê Trump re hevdîtin kir

Mesrûr Barzanî, ku ev çend roj in li Waşingtonê ye, piştî ku bi çend rayedarên pilebilind yên rêveberiya Trump re hevdîtin kir, îro jî bi nûnerê taybet yê serokê Amerîka di şerê DAIŞê de Brett McGurk re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di wê hevdîtinê de her du aliyan behsa şerê DAIŞê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka kirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman jî di wan hevdîtinan de bi Mesrûr Barzanî re ne.

Ev nûçe bi tevahî 1576 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:33:03