Li Mûşê qeza: 1 jê zarok 8 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

21 Tîrmeh 2023 - 05:42
21 Tîrmeh 2023 - 05:42
 0
Li Mûşê qeza: 1 jê zarok 8 kes birîndar bûn

Şeva 20ê Temûzê li ser rêya Mûş-Çewligê du otomobîlan li hev dan. Di encama bûyerê de yek jê bi giranî 8 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, tîmên berevaniya şaristaniyê û hêzên emnî hatin şandin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendisrustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatin veguhestin. Zarokê 2 salî yê bi giranî birîndar bûbû bo bajarê Xarpêtê hat veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 430 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:49:39