Li Mûşê şerê du malbatan: 1 kuştî û 5 birîndar

Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de ciwanek 21 salî hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

10 Berfanbar 2022 - 04:39
10 Berfanbar 2022 - 04:39
 0
Li Mûşê şerê du malbatan: 1 kuştî û 5 birîndar

Li gor zanyariyan roja Înê 9ê Mijdara 2022an li gundê Xars ê girêdayî navçeya Beranîk a parêzgeha Mûşê ji ber pirsgirêka erd di navbera malbatên Yunusoglu û Adanur de şer derket.

Di şer de endamên herdû malbatan bi kevir, dar û kêran êrîşî hev kirin.

Di encama şer de ciwanekî 21 salî yê bi navê Dogan Yunusoglu hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Dîmenên şerê herdû malbatan ji aliyê kamerayên çavdêriyê yên dikanekê ve hatin tomar kirin.

Ev nûçe bi tevahî 473 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:37:12