Li nahyeya Kelekê polîsek di krîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da

Îro 29.12.2022yê ciwanekî ku polîs bû li binkeya polîsê nahyeya Kelek a li sînorê qeza Berdereşê di dema erk de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

29 Berfanbar 2022 - 05:54
29 Berfanbar 2022 - 05:54
 0
Li nahyeya Kelekê polîsek di krîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da

Îro ciwanekî polîs ê bi navê Hîwa Sabir Osman li binkeyê polîsê nahyeya Kelek a ser bi qeza Berdereş a parêzgeha Duhokê ji ber krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da.

Kesekî nêzîk ê wî polîsî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew polîs di dema li ser erkê xwe bû, piştre çûye germavê ku xwe bişo, lê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest da.’’

Herwaha got, ew polîs zewiciye û 3 zarokên wî hene û rûniştvanê gundê Benênan a sînorê qeza Berdereş e.

Ev nûçe bi tevahî 460 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:20:31