Li Qoserê otobusek û barhilgirek li hev qelibîn: 18 kes birîndar bûn

Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê barhilgerek û otobuseke veguhastina nav bajêr li hev qelibîn, di bûyerê de 18 kes birîndar bûn.

6 Avrêl 2024 - 13:35
6 Avrêl 2024 - 13:35
 0
Li Qoserê otobusek û barhilgirek li hev qelibîn: 18 kes birîndar bûn

Îro danê sibehê li ser rêya derdora navenda bajarê Qoserê li ser cadeya Şenyurtê barhilgerek û otobuseke rêwiyan a veguhastina nav bajêr a li hev qelibîn.

Di bûyerê de tevî şofêrên her du wesayîtan 16 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 692 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:17:57