Li Rihayê 4 cotkarên nebûna elektrîkê protesto kirin hatin girtin

Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 4 cotkarên ji ber nebûna elektrîkê xwepêşandan kiribûn û rê girtibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

17 Tîrmeh 2023 - 04:13
17 Tîrmeh 2023 - 04:13
 0
Li Rihayê 4 cotkarên nebûna elektrîkê protesto kirin hatin girtin

Li Wêranşarê roja 15ê Tîrmehê cotkarên gundên Golkûrk û derdora wê ji ber nebûna elektrîkê li ser rêya Riha-Mêrdîn û rêya Wêranşar-Siwêregê xwepêşandan kiribûn û rê girtibûn.

Hêzên cendirme bi tundî êrîşî cotkaran kiribûn û 12 cotkar desteser kiribûn. 12 cotkar piştî karên îfade wergirtinê li Fermandariya Cendirmeyan a Wêranşarê, roja 16ê Tîrmehê bo Dadgeha Wêranşarê hatin şandin.

Dadgehê 8 cotkar berdan û derbarê cotkarên bi navê Abdulkadir Yildizogullari, Mehmet Yildizogullari, Îsmail Akyol û Zafer Keskinbiçakli de biryara girtinê da. Her çar cotkar bo Girtîgeha Curnereşê hatin şandin.

Ev nûçe bi tevahî 498 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:21:59