Li Rihayê agir bi daristanekê ket

Li navçeya Karakopruyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro 17ê Temûzê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.

17 Tîrmeh 2023 - 08:16
17 Tîrmeh 2023 - 08:16
 0
Li Rihayê agir bi daristanekê ket

Bi hatina demsala havînê re li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûyerên şewatê yên li daristanan zêde bûne.

Li gor zanyariyan, li navçeya Karakopruyê ya ser bi Rihayê ve ji ber sedemeke nehat zanîn, agir bi daristana li pêş Saziya Herêmî ya Daristanê ya Rihayê ketiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê û destwerdana bilez bo cihê bûyerê hatine şandin. Xebatên vemirandina agir heta niha berdewam in.

Ji ber agir nêzîkî cihên niştecîbûnê ye, şewata li daristanên navçeyê di nav welatiyan de bû sedema tirsê.

Ji aliyê din ve agirên daristanan ên li parêzgehên Hatay, Mêrsîn û Çanakkaleyê yên Tirkiyê ku roja 17ê Temûzê dest pê kiribûn heta niha nehatina vemirandin.

Ev nûçe bi tevahî 1215 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:21:44