Li Rihayê bi hinceta PYDê 2 kes hatin desteserkirin

Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta “endamtiya PYDê” 2 kes hatin desteserkirin.

18 Tîrmeh 2023 - 13:09
18 Tîrmeh 2023 - 13:09
 0
Li Rihayê bi hinceta PYDê 2 kes hatin desteserkirin

Medya fermî ya Tirkiyê ragihand, îro 18ê Temûzê dema “endamekî PYDê” dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînorê Kaniya Xezalan-Girê Spî hat desteserkirin.

Roja 17ê Temûzê jî li ser sînorê navçeya Serêkaniyê ser bi parêzgeha Rihayê û Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê kesek bi hinceta “endamtiya PYDê” hat desteserkirin.

Li gor nûçeyê operasyon li ser zanyariyên îstixbarî hatine kirin û derbarê kesên hatine desteserkirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1169 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:19:35