Li Rihayê bûyera trafîkê: 1 mirî, 3 birîndar

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirekê li du barhilgiran da û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

23 Mijdar 2022 - 08:19
23 Mijdar 2022 - 08:19
 0
Li Rihayê bûyera trafîkê: 1 mirî, 3 birîndar

Li ser rêya Riha-Mêrdînê tekerê barhilgirekê teqiya û ji bo çêkirinê li kêleka rê rawestiya. Barhilgireke din jî ji bo alîkariyê rawestiya û barhilgira bi şofêrtiya Y.Y. ku ji paş ve dihat li her du barhilgiran da.

Di bûyerê de kesê bi navê Sabri Bayram canê xwe jidest da û Y.Y., A.O. û E.E. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Her 3 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin.

Ev nûçe bi tevahî 553 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:23:07