Li Rihayê bûyera trafîkê: 13 birîndar

Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 25ê Mijdarê mînîbuseke xwendekaran û du barhilgiran li hev dan û di encamê de 13 kes birîndar bûn.

25 Mijdar 2022 - 09:05
25 Mijdar 2022 - 09:05
 0
Li Rihayê bûyera trafîkê: 13 birîndar

Li taxa Hayriye ya Siwêregê mînîbusa xwendekaran a şofêrê wê Hacı Yeşiltaş li barhilgira şofêrê wê Yilmaz Kopruduz û barhilgira şofêrê wê Sabri Agirtaş da û di encamê de di nav de xwendekar 13 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. 13 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatin rakirin.

Hat zanîn ku mînîbusa xwendekaran ji gundê Bab ê Siwêregê xwendekarên lîseyê vediguhestin bajêr.

Ev nûçe bi tevahî 584 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:35:15