Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Xelîliye ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

19 Çile 2023 - 03:55
19 Çile 2023 - 03:55
 0
Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 7 kes birîndar bûn

Li gor zanyariyan duh roja Çarşemê 18ê Çileya 2023ab li taxa Sirrin a girêdayî navçeya Xelîliye ya Rihayê dû otomobîlan li hev dan.

Di bûyerê de herdû şofêr û 5 kesên di wan otomobîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê Tîmên Tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxanyên cuda yên bajar.

Ev nûçe bi tevahî 962 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:57:17