Li Rihayê êrîşî polîsan kirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê firoşkarên madeyên hişber êrişî polîsan kirin û di encam de 2 polîs birîndar bûn.

29 Mijdar 2022 - 03:51
29 Mijdar 2022 - 03:51
 0
Li Rihayê êrîşî polîsan kirin

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, roja Duşemê 28ê Mijdara 2022an li Taxa Şaîr Nebî ya navçeya Xelîliye firoşkarên madeyên hişber bi çekan êrişî polîsan kirine û di êrîşê de 2 polîs birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û polîsên birîndar veguhestin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku gumanbar piştî êrîşê reviya ne û hêzên ewlekariyê, ji bo destserkirina wan dest bi lêkolînan kirine.

Parêzgarê Rihayê Salîh Ayhan û Rêveberê Ewlekariya Rihayê Mehmet Murat Ulucan çûn cihê bûyerê û piştî lêkolînên li cihê bûyerê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Parêzgarê Rihayê ragihand ev ne bûyereke terorê ye û got, hêzên ewlekariyê dema xwestine rûbirûyî madeyên hişber bibin, 2 kesan êrîşî wan kirine û ji cihê bûyerê reviya ne. Herwiha diyar kir ku rewşa polîsên birîndar jî baş e û ji bo desterkerina gumanbaran lêkolîn berdewam in.

Ev nûçe bi tevahî 496 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:31:48