Li Rihayê pevçûna malbatan: 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêrega ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, di navbera malbatên mirovên hev de pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

30 Gulan 2024 - 06:50
30 Gulan 2024 - 06:50
 0
Li Rihayê pevçûna malbatan: 6 kes birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê du malbatên mirovên ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn, bi dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de Unal (32), Omer (65), Bayram (24), Mehmet (38), Mehmet Nurî (36) û Aydin G. (40) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehî û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tîmên ewlehiyê li nexweşxane û taxê tedbîrên ewlehiyê hildan.

 

Ev nûçe bi tevahî 962 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:32:27