Li Rihayê qeza: 2 mirî, 25 birîndar

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro otomobîl û otobûsa rêwiyan li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.

13 Cotmeh 2023 - 04:52
13 Cotmeh 2023 - 04:52
 0
Li Rihayê qeza: 2 mirî, 25 birîndar

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, îro otomobîl û otobûsa rêwiyan li hev qelibîn û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.

Di 66emîn kîlometreya Riha-Wêranşarê de otomobîlekê û otobûseke rêwiyan li hev qelibîn û otobûs wergeriya.

Li gorî zanyariyên destpêk, di encama bûyerê de ê 2 kesan canê xwe ji dest da û 25 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên dewletê yên Wêranşar û Rihayê.

Ev nûçe bi tevahî 970 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:35:39