Li Rihayê qeza: 3 mirî, 6 birîndar

Şeva borî li ser rêya navbera navçeya Siwêreg û parêzgeha Rihayê du otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn.

29 Adar 2024 - 10:57
29 Adar 2024 - 10:57
 0
Li Rihayê qeza: 3 mirî, 6 birîndar

Li gorî ragihandinan di vê qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak, li ser qezayê de peyamek belav kir û da zanîn birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Ev nûçe bi tevahî 411 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:48:50