Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Îraqê li Romayê dike

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Îraqê li Romayê dike û bi Balyozê Îraqê re dicive.

29 Adar 2024 - 13:05
29 Adar 2024 - 13:05
 0
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Îraqê li Romayê dike

Li dû ragehandina malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ji Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şukrî pêk hatibû, îro (Înî, 29.03.2024) serdana Balyozxaneya Îraqê li Romayê kir û bi Balyozê Îraqê Seywan Barzanî re civiya.

Di wê civînê de, Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Balyozê Îraqê re danûstandin li ser rewşa revenda Îraqî û peywendiyên balyozxaneya Îraqê bi wezaret û fermangeh û dezgehên welatê Îtalyayê bi giştî re kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza berdewamî û serkeftinê ji bo Balyozê Îraqê û desteya balyozxaneyê kir, li dawiyê jî serdana çend parên balyozxaneyê kir.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 27.03.2024, serdana Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê kir û ji aliyê Nûnerê Hikûmetê Rêzan Hemesalih û Desteya Nûnerîtiyê ve pêşwazî lê hat kirin.

Pêştir jî ew şand li Parîsê bû û hejmareke hevdîtin û civînan bi berpirsên Fransayê re jî kir.

Ev nûçe bi tevahî 808 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:22:46