Li Rihayê şerê pismaman: 1 kuştî û 3 birîndar
Li gor zanyariyan navçeya Eyyubiyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatan şerê hev kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li Taxa Haci Bayram a Eyyubiyê, roja 25ê Kanûna 2022yan ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera pismaman de şer derket.
Di şer de çek hat bikaranîn û di encamê de kesên bi navê Mahmut, Aziz, Ayşe û Mehmet ku ji malbata Gulel in birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê hatin veguhestin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Mahmut Guleli yê 41 salî canê xwe jidest da.
Nûvekirina herî dawî: 10:44:38