Li Rihayê şerê sê birayan: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Karakopru ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 3 birayan ji ber pirsgirêka erd şerê hev kirin û di encam de birayek hat kuştin û du bira jî birîndar bûn.

21 Berfanbar 2022 - 05:50
21 Berfanbar 2022 - 05:50
 0
Li Rihayê şerê sê birayan: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn

Li gor zanyariyan doh bi şev 20ê Kanûna 2022ê li Taxa Maşûqê ya Karakopru her sê birayên bi navên F.Ş., E.Ş. û Î.Ş. ji ber pirsgirêka erd şerê hev kirin.

Her sê birayan bi guleyan êrîşî hev kirin û di encam de her sê jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

F.Ş. û E.Ş. ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda hatin veguhestin û Î.Ş. jî bi mînîbusekê ji cihê bûyerê reviya û li Kolana Ataturk li mînîbuseke din da û rawestiya. Li ser agahdarkirinê ew jî bo nexweşxaneyeke taybet hat veguhestin. Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê birîndarê bi navê E.Ş. canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 455 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:53