Li Rojavayê Kurdistanê efûya giştî hat ragihandin

Li Rojavayê Kurdistanê, Meclisa Gelan a Demokratîk bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.

6 Avrêl 2024 - 17:30
6 Avrêl 2024 - 17:30
 0
Li Rojavayê Kurdistanê efûya giştî hat ragihandin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.

Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve ye civîna xwe ya 96an li dar xist.

Di civînê çend projeyasayên girêdayî kar û hilbijartinên şaredariyan û efûya giştî hat gotûbêjkirin.

Di civînê de Meclisa Gelan a Demokratîkê biryareke efûyê erê kir.

Li gorî biryarê dê sûcên beriya 6ê Nîsana 2004an hatine kirin, tên efûkirin.

Ev nûçe bi tevahî 858 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:28:07