Li Rojhilat û Başurê Kurdistanê erdhejek bihêz

Li ser sînorê Eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê û Herêma Kurdistanê erdhejeke bi pileya 6an qewimî û li gelek bajarên kurdan hat hîskirin.

11 Berfanbar 2017 - 12:19
11 Berfanbar 2017 - 12:19
 0
Li Rojhilat û Başurê Kurdistanê erdhejek bihêz

Li gorî agahiyên Navenda Sîsmolojî ya Enstîtuya Jeofîzîk a Tehranê îro di saet 17.39an de li ser sînorê Eyaleta Kirmaşan a Rojhilatêr Kurdistanê û Herêma Kurdistanê erdhejek bi pileya 6an qewimî û li gelek bajarên kurdan hat hîskirin.

Li gorî agahiyan ji ber tundiya erdhejê gelek welatî ji malên xwe derketin û daketin kolanan.

Herwisa hat ragihandin ku ev erdhej li bajarê Sine yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê û li bajarê wekî Helebce, Silêmanî û Derbendîxanê yên Herêma Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Di derbarê wendahiya mal û can de ti zanyarî nehat bidestxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1994 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:45