Mesrûr Barzanî: Iraqê hîn jî dest ji rêbazên leşkerî bernedaye

Şêwirmendê Encûmena Asayîş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rdiyar kir ku tişta tê xuya ew e, ku hîn jî Bexdayê dest ji rê û rêbazên leşkerî bernedaye û ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê cihê metirsîdariyê ye.

11 Berfanbar 2017 - 11:04
11 Berfanbar 2017 - 11:04
 0
Mesrûr Barzanî: Iraqê hîn jî dest ji rêbazên leşkerî bernedaye

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn û şandeya bi wî re kir.

Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn di derbarê kêşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, ew dixwazin li ser bingeha destûrê tavilê danûstandin û diyaloga di navbera aliyan de dest pê bikin. Herwisa Nunn anî ziman ku Almanya ji bo destpêkirina diyalogê amade ye piştgiriyê bide herdu aliyan.

Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî behsa rol û girîngiya Almanya ya din ava civaka navneteweyî û piştevaniya wê ya ji bo Herêöma Kurdistanê kir û got, "Herêma Kurdistanê dixwaze şaşiyên bere yên li Iraqê neyên dubarekirin. Ji ber ku ev yek ewlekarî û seqamgîriyê têk dibe. Zemînê ji bo derketina terorê peyda dike."

Barzanî li gel vê yeke anî ziman ku divê Iraq dorpêça li ser Herêma Kurdistanê rake û got, "Bexda ji diyalogê dûr disekine. Tiştên di rojên derbasbûyî de qewimîn dide nîşa, ku Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan hîn jî dest ji rê û rêbazên leşkeri bernedaye. ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê cihê metirsîdariyê ye."

Ev nûçe bi tevahî 1123 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:45:57