Li rojhilatê Mûsilê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Artêşa Iraqê li taxa rojhilatê bajarê Mûsilê ji ber êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê qedexeya derketina derve ragihand.

11 Sibat 2017 - 04:23
11 Sibat 2017 - 04:23
 0
Li rojhilatê Mûsilê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Yek ji fermandarê tûmena 16emîn a girêdayî artêşa Iraqê Sabah el Atvanî ragihand ku Fermandariya Operasyona Nînovayê li hemû taxên rojhilate Mûsilê qedexeya derketina derve ragihand.

Atvanî, rêxistina terorîst li rojhilatê bajêr xelkê sivîl û hêzên ewlehî dike armanc ji ber êrişan heta fermana duyemîn wê qedexe berdewam be.

Fermandar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanekî rêxistina terorîst a DAIŞê li taxa EL Muhendis a bajarê Mûsilê milîsên Heşdî Şabî kirin armanc lê ji terefê milîsan ve hat kuştin û di bûyerê de 4 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest duhî li taxên rojhilatê Mûsilê du êrişên xwekujî li dijî hêzên ewlehî pêk hatibûn û diencama êrişê de jî 5 kes hatibûn kuştin û 33 kes jî birîndar bibûn

Ev nûçe bi tevahî 1392 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:24:00