Li Semsûrê karkerê ji avahiyê ket canê xwe ji dest da
Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, karkerek ji avahiyê ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Li Taxa Sumerevler a Semsûrê, Şeyho Beke yê 47 salî dema siwaxa qata 5an dikir ji ser îskeleyê ket xwarê û li cihê bûyerê canê xwe jidest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Termê Şeyho Beke bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hat veguhestin.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin
Nûvekirina herî dawî: 00:29:09