Li Semsûrê qeza: 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Kolikê ya Semsûrê di encama bûyera trafîkê de 7 kes birîndar bûn.

31 Tebax 2023 - 04:48
31 Tebax 2023 - 04:48
 0
Li Semsûrê qeza: 7 kes birîndar bûn

Kamyoneta bi plaqeya 02 ACE 896 ya ku Haci Ahmet Çinar diajot û otomobîla plaqeya 38 ADP 944 ya ku Ramazan Memicik diajot li ser rêya Kolîk û navçeya Siwêregê ya Rihayê li hev qelibîn.

Bûyera trafîkê li ser rêya Kolik-Siwêregê li nêzîk gundê Bervedolê qewimî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê.

Di bûyerê de her du ajovan û 5 kesên di wesayitan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.

Hat zanîn rewşa 4 birîndaran dijwar e.

Ev nûçe bi tevahî 735 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:17:03